Li Sêrt û Bêdlisê 4 kesên din hatin girtin
Li Bêdlis û Sêrtê 4 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li Bêdlis û Sêrtê 4 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Jenderme û tîmên taybet duh li gundê Erbo, Zeviyasor ên navçeya Xana Hewêl û li navçeya Misircê ya Sêrtê, li gundê Miryanisê yê Bêdlisê bi ser gelek malan de girtin. Jenderme û timên taybet duh di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Celal Îşçen(33), Orhan Altintaş (23), Azad Altintaş (21), bav Nizam Musunlu û kurê wî Çetin Musunlu û Î.Ç.(17) binçav kiribûn û biribûn Qereqola jendermeyan a Hawêlê. Piştî îfadeyên bav Nîzam Musunlu û kurê wî Çetin Musunlu sewqî dadgehê kiribûn. Heyeta dadgehê biryara girtinê da, bav û kur şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Welatiyên bi navê Î.Ç.(17), Celal Îşçen (33), Orhan Altintaş (23) û Azad Altintaş (21) jî piştî îfade dan sewqî edliyê hatin kirin. Îro jî Celal Îşçen, Orhan Altintaş, Azad Altintaş û İ.Ç. piştî sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya "Alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
Parêzeran diyar kirin ku wê li hember biryara girtina muwekilên xwe îtîraz bikin.