Li Serhedê tecrîd hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeva 10’ê Tîrmehê li navçeya Ebexê ya Wanê û li navçeya Giyadîn a Wanê hat protestokirin.

Li navçeya Ebex a Wanê hemû rêyên diçin navenda Ebexê saet 19:45’ê êvarî ji aliyê gel ve hatin girtin. Di çalakiya ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera gel û leşker/polîsan de pevçûn qewimîn. Çalakiya protestoyê heya sibehê dewam kirin. Artêşa Tirk duh tevahiya rojê ji bo Ebexê sewqiyata leşkerî kir.
Li navçeya Giyadîn a Agirî’yê jî gel tecrîda li ser Ocalan bi awayekî girseyî protesto kir. Li vir jî leşker û polîsan êrîşî gel kir. Hat diyarkirin ku ciwanên li hember vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan dane jî molotof û bombeyên deng avêtin qereqola navendî. Li navçeyê rewşa aloz heya sibehê dewam kir.