Serokê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar di panela bi navê ‘Têkiliyên Kurd û Tirkan yên Di 5 Duryanên Dîrokî De’ ku ji aliyê SODEV’ê ve di çarçoveya 3’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê hatiye lidarxistin de bal kişand ser helwesta dewletê ya di warê pirsgirêka kurd de û got: “Lê divê kurd jî carek di vê yekê baş bifikirin. Belê em gelek in, me navê xwe daye vê axê, em li ser vê axê dijîn û mafe me heye ku di nav de tercîha avakirina dewletê jî heyî, em li ser vê axê desthilatdariya xwe ava bikin.”
Di çarçoveya 3’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP’ê de li salona panelê ya Qada Fuarê panela bi navê ‘Têkiliyên Kurd û Tirkan yên Di 5 Duryanên Dîrokî De’ hat lidarxistin. Panela ji aliyê Weqfa Sosyal-Demokrat (SODEV) ve hatiye amadekirin di bin moderatoriya Serokê SODEV’ê Ercan Karakaş de bi beşdariya Prof. Dr. Ahmet Ozer û Serokê Baroya Amedê Prz. Mehmet Emîn Akdar pêk hat.
Di panela ku ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin de pêşiyê Ercan Karakaş axaftinek kir. Karakaş balkişand ser pirsgirêka kurd û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkê lazime pêngavên mayînde bên avêtin û cudatiyên çandî û nasnameyî yên li Tirkiyeyê jî wekî dewlemendî werin qebûlkirin.
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA TIRKAN E JÎ’
Piştî Karakaş Prof. Dr. Ahmet Ozer mafê axaftinê girt û têkiliyên kurd û tirkan yên di pêvajoya dîrokî de nirxand. Ozel ev têkilî wekî 7 duryanên dîrokî dabeş kir û wiha axivî: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin e . Pirsgirêka kurd, di heman demê de pirsgirêka tirkan e jî. Em dikarin têkiliyên kurd û tirkan wekî 7 duryanên sereke yên dîrokî bi nirxînin. Yekemîn duryan Şerê Milazgiriyê. Piştî vê demê eşîrên kurd heta Şerê Çildêranê (Çaldiran) li ser axa xwe bi avayekî xweser jiyane. Piştî Şerê Çildêranê ku di navbera Dewleta Safeviyan a Îranê û Osmaniyan de pêkhatiye ev têkilî bi avayekî fermî ji aliyê Osmaniyan ve hatiye mîsogerkirin. Em dikarin Şerê Çildêranê jî di vê dîrokê de wekî 2’emîn duryan bi nav bikin.”
KURD HATIN BIKARANÎN
Ozer destnîşan kir ku piştî van Dema Tazmînatê wekî 3’yemîn û dema Sultan Ebdulhemît jî wekî duryana 4’emîn dikare bi nav bike û ev tişt lê zêde kir: “Bi taybet vê demê Sultan Ebdulhemîd li hemberî kurdan polîtîkayên pir bi tenik û sinsî bikaranîne. Alayên Hemîdiye yê di vê dêmedê ji aliyê Sultan Ebdulhemîd ve hatine avakirin. Bi vî avahî Sultan hem bi aliyekê pêşî li ber netewebûna kurdan girtiye û hem jî kurd li eniya Qefqasan li hemberî Rûsan bikaraniye.”
Ozer ji bilî van dema Şerê Rizgariyê û avakirina Komara Tirk, destpêka şerê çekdarî ya PKK’î û polîtîkayên Serokwezîr Erdogan yên dawî jî wekî duryanên sereke pênase kir.
‘DIVÊ DEWLETA CUDA DI ROJEVA KURDAN DE BE’
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî piştî Ozer dora axaftinê girt û diyar kir ku heta kurd terciha dewleteke cuda di rojeva xwe de negirin nikarin li dijminên xwe paşve gav bidin avêtin. Aktar wiha pêde çû: “Dema kurdan çend sal beriya niha behsa Komara Demokratîk dikir. Dewletê digot ‘Ji ber kurd têk çûne wiha diaxivin’. Tu carê guh neda kurdan. Divê em çi bikin. Divê kurd bêjin ger pêwîst be em dikarin ji dewletê cuda bibin, weqetin. Ger em nikarin bi hevre bijîn. Dîsa ger hûn ji bo em bi hevre bijîn tu tiştî nakin. Çepgir, sosyalîst û misilmanên Tirkiyeyê ger hûn ji bo em bi hevre bijîn tu tiştî nakin se. Ger hûn ji bo kesên li Roboskiyê hatine qetilkirin tu tiştî nakin û dernakevin qadan ji me re nebêjin ‘Bila rondikên çavê dayîkan zuha bibin’ Lewra kesên ku dayîkên wan negirîne nikarin, weteyekî bidin rondikên çavê dayîkan.”
‘MAFÊ ME HEYE KU EM DESTHILATIYA XWE AVA BIKIN’
Aktar, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ger piştî ev qas êş û tramvayan hatine jiyîn kurd hêj dixwazin se bi hevre bijîn lazime qiymetê vê baş bê zanîn û wiha rêz da gotinên xwe: “Lê divê kurd jî carek di vê yekê baş bi fikirin. Belê em gelek in, me navê xwe daye vê axê em li ser vê axê dijîn û mafe me heye ku di nav de tercîha avakirina dewletê jî heyî, em li ser vê axê desthilatdariya xwe ava bikin.”
‘ME WEKÎ DIJMIN DIBÎNIN’
Aktar got ku ger beriya du salan ev pirs ji wî bikiran belki wî ev tişt nedigotin û balkişand ser van tiştan: “Lê qonaxa ku em niha tê de li gorî min tu rêyên cuda ji me re nehiştine. Ez duh di dadgeha ku siyasetmedarên kurd tên darizandin de bûm. Di serî de heta niha wekî hûn jî dizanin tehemûlê nîşanê tenê yek hevokek kurdî jî nakin. Me di dozê de daxwaza ‘Redkirina Dadger’ kir. Lê ev jî hat redkirin. Ez êdî di wê baweriyê de me. Kerbê wan ji me navebe. Me wekî dijmin dibînin! Nefretê ji me dikin! Min ev ji serokê dadgerê jî got. Min got ‘Hûn ji me nefret dikin’ Bi nefretê rê li ber dijminiyê tê vekirin. Ger hûn kurdan di hiqûqê de wekî dijmîn dibînin se û hiqûqa dijminiyê bikartînin se êdî tu wateya darizandina we tuneye. Tişta hûn dikin ne darizandine. Ev cezakirina dijminê we ye. Hûn dijminê xwe ceza dikin.
‘DIVÊ KURD XWEDÎ NIRXÊN XWE DERKEVIN’
Di jiyanê de jî wisa ye. Dema em ji bo Komkujiya Roboskiyê derdikevin qadan me bi ‘Nijadperestiyê’ tewanbar dikin. Li hemberî vê zulm û pêkutiyê lazime kurd bi avayekî xurt xwedî li çand, nasname, nirx û zimanê xwe derkevin. Dîsa pêwîste kurd tu demê dev ji mafê xwe yê desthilatdariya li ser vê axê bernedin.