Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê tevgera leşkerî

Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê tevgera leşkerî

Li herêmê operasyon her ku diçe zêde dibe. 5 tankên bi palêt ku menzîla wan di navbera 40 û 80 kîlometreye li ser sînorên herêma Başûrê Kurdistanê hate bi cih kirin û berê wan dan herêmê.

Tevgerên leşkerî yên li Şemzînan û Gevera Colemêrgê ku di demên dawî de zêde bibûn, didome. Hate zanîn ku, helîkopterên bi tîpa Skorskiyê ji Colemêrg û Geverê rabûne 4 caran daketiye nêzî Fermandariya Tûgaya 34'emîn Sînor ya Şemzînanê û 50 polîsên tevgera taybet daniye herêmê. Polîsên tevgera taybet yên ku anîne li lojmanên Miduriyeta Polîsan ya Şemzînanê de bi cih kirine. Di rojên borî de lîste ji keyayên gundên girêdayî Geverê yên nêzî sînora Îranê hate şandin û ji wan hate gotin ku 15 noqte dê ji aliyê qereqolên Vargeniman û Kamişliyê were bombebarankirin û ji bo vê wan deran vala bikin. Ev 2 roje zozanên Çîmen, Gevrîçepe, Çepa, Astengareş ên ku di navbera Gever û sînora Îranê ne bi topên hawan û obusan tên topbakankirin.

BERÊ TANKAN ZÎVIRANDIN ALIYÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Ji aliyekî operasyon didomin ji aliyê din jî riyên girên Suleyman, Bayrak û Soguk yên girêdayî Tabûra 5'emîn Sînorê ya Pîyade ya Bezeleyê ye tê firehkirin. Di xebata rê de li ser giran 5 tankên bi palêt ku wekî bi navê 'firtina' tê nasîn ku menzîla wan 40 û 80 km'ye hatiye bi cih kirin û berê wan dane Basyan ya herêma başûrê Kurdistanê.