Li ser sînorê Tirkiyeyê û Îranê kesek ji ber ku sînor derbaz kir hate kuştin.
Şevê din hemwelatiyê Îranê Ubeyt Miradî sînor derbas bû û hate gundê Kaşkolê yê navçeya Elbakê ya Wanê û xizmên xwe ziyaret kirin û pişt re careke din xwest vegera Îranê. Miradî dema ku xwest sînor derbaz be ji aliyê leşkerên Îranê ve bi giranî hate birîndarkirin. Leşkerên tirk yên li ser sînor digeriyan bang ambulansê kir û xwestin Miradî bibin nexweşxaneya Elbakê. Heta ambulans hate cihê bûyerê Miradî jiyana xwe ji dest da.
Piştî Dozgeriya Komarê ya Elbakê lêkolîn li ser cenazeyê Miradî kir, cenazeyê Miradî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Piştî otopsiyê cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.