Gelek balefirên şer yên ji balefirgeha Gever û Şemzînan Colemêrgê rabûn û ber bi herêma Başûrê Kurdistanê ve firiyan.
Gelek balefirên şer yên artêşa Tirkan ku balefirgehên navçeyên Gever û Şemzînanê bikaranîn, hat dîtin ku ber bi herêma Başûrê Kurdistanê ve firiyan. Nehat hînbûn ku, balefirên şer ti herêm bombebaran kirine yan na, her wiha liv û tevgera hewayî didome.