Li ser sînor kuştin û cenaze desteser kirin

Li ser sînor kuştin û cenaze desteser kirin

Leşkerên Îranê dest danî ser cenazeyê kesê bi navê Feredîn Îsamedarî yê ku li ser xeta sînor a di navbera Şemizînan û Başûrê Kurdistanê de hat kuştin.

Leşkerên Tirk di 7’ê hezîranê de gulle li koma ku dixwest ji Herêma Kurdistanê derbasî gundê Nîrdoşê yê Şemizînan bibin reşandin. Di êrîşê de Feredîn Îsamedarî yê ji Rojhilatê Kurdistanê birîndar bû. Piştre rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê. Hat zanîn ku Îsamedarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Malbatê cenazeyê ji malbatê girtin û xwetin bibin Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê dest danîn ser cenaze û nehiştin bibin.

Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 15 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.