Polîsên AKP’ê li navenda navçeya Şemzînana Colemêrgê dewriyeyên xwe zêdekirin, her wiha 34’mîn Tûgaya Sînor jî Çiyayên Goman û Efkar dan ber topan.
Polîsên AKP’ê li navenda navçeya Şemzînana Colemêrgê hêjmara dewriyeyên xwe zêdekirin û her wiha 34’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor jî Çiyayên Goman û Efkar dan ber topan. Welatiyên ji ber sedema meha Remezanê heya direngî şevê li navenda navçeyê digerin, yekîneyên polîsan jî bi panzerên zirxî yên bidûrbînên şevê li dewriyeyê digerin.
Weke din jî bi panzerên Midûriyeta Polîsan Taxê Yenî û Çiyayê Efkar dan ber guleyan.
Li aliyê din jî bi dûçka û topan yên 34’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor Çiyayên Goman û Efkar dan ber topan. Topbarana ku bi demjimêran dom kir, guleyên geşkirinê jî bikaranîn.