Di şerê Qesrê yê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat destpêkirin de, heta roja îro zêdeyî 200 sivîl hatin qetilkirin. Qetilkirina zarokên Kurd jî, ku kevneşopiyeke dewletê ye, bi pêşengiya Erdogan roj bi roj zêde dibe.
Bîlançoya şerê Erdogan û AKP'ê yê ji bo hilanîna tola têkçûna xwe ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê dan destpêkirin, her giran dibe. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên pişta xwe dispêrin Erdogan û AKP'ê li Pirsûsê 33 ciwanên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê li ser rê bûn qetil kirin, Erdogan li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê şer da destpêkirin. Di vî şerê ku ji 20'ê Tîrmehê û pê ve roj bi roj dijwar bû de, heta roja îro li Kurdistanê bi destê leşker û polîsan, 20 jê zarok zêdeyî 200 sivîl hatin qetilkirin.
SEROKKOMAREKÎ XWE JI MIRINAN XWEDÎ DIKE
Erdogan ê ku baş dizane li Tirkiyeyeke AKP bi tena serê xwe ne desthilatdar be, wê ew û derdora wî ya nêz ji ber sûcên kirine bên darizandin, di oxira desthilatdariya xwe de, hevdîtinên aştiyê yên zêdeyî 2 sal in dewam dikirin tine hesiband û li hemberî PKK'ê ji nû ve şer îlan kir.
Erdogan ê ku ji ber polîtîkaya xwe, dixwaze hêza di hilbijartinan de winda kiriye careke din qezenc bike, xwe ji mirina polîs û leşkerên di şer de dimirin xwedî dike û bi vî rengî siyasetê dimeşîne. Erdogan ku dema pêwîstiyê pê dibîne; destê xwe datîne ser darbesta leşkerê miriye û diaxive, carna jî malbatên leşkeran ên nerazîbûnê nîşanî şer didin, biçûk dixîne.
Bîlançoya şerê du mehên dawî yên li Kurdistanê ji aliyê Erdogan ve tê meşandin, roj bi roj giran dibe. Gelê Kurd jî, ji bo xwe ji vê zîhniyeta qetlîemkar biparêze berxwedaneke mezin nîşan dide û xwerêveberiyên bi vê armancê hatine hatine ragihandin, li gelek navendên Kurdistanê belav dibin. Gelê Kurd, li hemberî şerê ku Erdogan dimeşîne, bi sîstemeke alternatîf re projeya jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê destnîşan dike. Lê belê polîs û leşkerên çeteyên Erdogan, bi tundî êrîşî gelê Kurd dikin. Gelek derdorên li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng in, li hemberî polîtîkaya tirsê ya Qesrê têk çûye.
LI CIHÊ KU HER KES BÊDENG E, ZAROKÊN KURD DIBÊJIN; 'DAYÊ BINÊRE, QRAL KUJER E'
Gelên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn, bi taybetî jî zarokên Kurd, ne ji vê rewşa ku gelek derdor bêdeng e, ne jî ji polîtîkaya şer a Erdogan li hemberî wan dimeşîne, xerîb in. Ji ber ku ji sala 1980'ê û vir ve baş dizane ku polîtîkaya delwetê ya li hemberî wan roj bi roj hatiye meşandin, tê çi wateyê. Yên ku li paşeroja 90 salên dawî ya dîroka dewleta Tirk binêrin, wê bibînin ku heta roja îro ew bi ker û lalî nêzî bûyerên li Kurdistanê qewimîne, bûne.
Di nava vê dîroka bêdengî, ker û koriyê de, yên ku bi dengekî bilind li dijî zilm û komkujiyên yek dewlet, yek al, yek ziman derdikevin, zarokên Kurd in. Li hemberî her şêwe zext û zordariyê zarokên Kurd dibêjin, 'Binêre dayê, qral kujer e." Dibe ku ji ber vê yekê ye; weke polîtîkayeke dewletê herî zêde li Kurdistanê zarok tên qetilkirin.
Di nava kevneşopiya dewleteke ku bi qetilkirina zarokan re dixwaze serdestî û hêza xwe biparêze de, dibe ku dema herî bixwîn dema Serokkomar Erdogan e. Dema li 12 salên desthilatdariya AKP û Erdogan were temaşekirin, wê bê dîtin ku bi sedan zarok ji aliyê leşker û polîsan ve hatine qetilkirin.,
Ji komkujiya Pirsûsê û vir ve, navê û dema qetilkirina 20 zarokên ji aliyê leşker û polîsan ve hatine kuştin û ji aliyê medya hawiz ve weke terorîst hatine ragihandin, bi vî rengî ne:
26.07.2015 - Beytûllah Aydin (11) - Amed
27.07.2015 - Hasan Nerse (17) - Şirnex
07.08.2015 - Mehmet Hidir Tanboga (15) - Şirnex
12.08.2015 - Mûhammet Aydemîr (14) - Agirî
12.08.2015 - Orhan Aslan (16) - Agirî
18.08.2015 - Firat Elma (16) - Stenbol
27.08.2015 - Baran Çagli (7) - Şirnex
27.08.2015 - Emîn Yanaş (10) - Şirnex
27.08.2015 - Adem Îrtegun (16) - Şirnex
28.08.2015 – Mazlûm Tûran (16) - Mêrdîn
30.08.2015 - Firat Sîmpîl (13) - Amed, Farqîn
07.09.2015 - Cemîle Çagirga (13) - Şirnex
07.09.2015 - Mûhammed Tahîr Yaramiş (35 rojî) - Şirnex
10.09.2015 - Saît Nayîcî (16) – Şirnex
10.09.2015 – Zeynep Taşkin (17) – Şirnex
10.09.2015 - Bunyamîn Îrcî –(14) – Şirnex
10.09.2015 - Selman Agar (10) – Şirnex
13.09.2015 - Tahsîn Ûray (13) – Mêrdîn
27.09.2015 - Elîf Şîmşek (8) Amed, Bismil
29.09.2015 - Berat Guzel (12) Amed, Bismil