Li ser nerazîbûna gel PDK'ê destûr da cenaze bên derbaskirin

Rayedarên PDK'ê yên pêşî li derbaskirina cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ'ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan girtin, li ser nerazîbûna gel, destûr dan. Cenazeyên şervanan 2 saetan hatin sekinandin.

Rayedarên PDK'ê yên pêşî li derbaskirina cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ'ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan girtin, li ser nerazîbûna gel, destûr dan. Cenazeyên şervanan 2 saetan hatin sekinandin.

Bi hezaran welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Huseyîn Gokalp (Rustem Cûdî), Yakup Turkan (Têkoşer Nisêbîn), Îsmail Ataman (Dilşêr Botan), Mahsûm Seçen (Zerdeşt Avesta), Fatma Dalmiş (Mezra Botan), Hazal Eren (Newroz Botan) Necla Yilmaz (Têkoşîn Nûda), Emîne Denîç (Bêrîtan Gap), Ayşe Kaçar (Bêrîtan Gabar), Delet Toran (Bêrîtan Zîlan) û Adem Tankan (Devrim Sipêrtî) ên di berxwedana kantonên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, birin Deriyê Sînor ê Sêmalka ji bo derbasî Başûrê Kurdistanê bikin.

Li vir rayedarên PDK’ê destûr nedan ku cenazeyên şervanan bêne derbaskirin. Li ser vê yekê girseya gel ne razîbûn nîşan da û xwepîşandan lidar xist. Piştî 2 saetan ji nerazîbûnên gel rayedarên PDK’ê rê dan ku cenazeyên şervanan derbasî Başûr bêne kirin.

Cenazeyên şervanan wê di wir re derbasî Bakur bêne kirin û li cihê lê ji dayik bûne bên veşartin.