Walîtiya Tirk a li Şirnexê, li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye. Rayedarên leşkerî jî gefê li malbatên Encu yên zarokên wan hatine qetilkirin, dixwin.
Li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê, di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 kes di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hatibûn qetilkirin, ku 19 ji van zarok bûn. Berî ku berpirsyar û kiryarên vê komkujiyê bên darizandin, vê carê di 29'ê Gulana 2016'an de xwendekarê lîseyê Vedat (16) û Yilmaz Encu yên ji bazirganiya li ser sînor vedigeriyan, di topbarana ji Fermandariya Alaya Bêcûhê hatin avêtin de hatin qetilkirin.
Di ser vê bûyera ku weke komkujiya duyemîn a Roboskî tê binavkirin re 12 roj derbas bûne. Lê hînê ne Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ne jî rayedarên leşkerî daxuyaniyeke fermî didin.
Piştî bûyerê, ti lêpirsîna îdarî yan jî edlî nehatiye destpêkirin. Dewleta Tirk dest li dem û cihê veşartina cenazeyên Vedat û Yilmaz Encu werda û hişt ku cenaze di rojên cuda de bên veşartin.
Rayedarên leşkerî gef li malbatên Encu xwarin ku ji çapemeniyê yan jî parêzeran re naxivin. Rapora otopsiyê ya Vedat û Yilmaz Encu jî hînê radestî malbatê nehatiye kirin.
Li ser mijarê, em bi Serokê Desteya Rêveber a Roboskî-Derê Velî Encu re axivîn.
Encu da xuyakirin, kesên bombe li wan hatine barandin sivîl in û got, "Dizanîbûn ew kî ne, ji ber ku cihê tê re derbas dibûn, ne cihekî cara yekemîn jê derbas bûne, bû." Encu diyar kir, rayedarên leşkerî pê zanîbûn ku ev kesên diçûn û tên kî ne, lewma bi zanebûn êrîşî wan kirine.
'HÎNÊ LÊPIRSÎN NEHATIYE DESTPÊKIRIN'
Encu helwesta medyayê mîna dema komkujiya yekemîn a Roboskî rexne kir û da zanîn, medya jî hevparê vê komkujiyê ye. Encu destnîşan kir, helwesta medyayê ya li hemberî Kurdan ti carî neguheriye.
Velî Encu bibîr xist, rayedarên leşkerî beriya niha dest li veşartina 34 kesên hatin qetilkirin werda bûn û anî ziman, di komkujiya duyemîn a Roboskî de jî dest li dem û cihê veşartina sivîlên hatin qetilkirin werdan.
Encu got, "Tevî ku di ser komkujiyê re 11 roj derbas bûn, Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Qilabanê yan jî rayedarên leşkerî ti daxuyanî nedane. Bi tenê, medya hawiz li gorî agahiyên ji rayedaran wergirtî hin nûçe çêkir û hewl da komkujiyê rewa nîşan bide."
'GEF LI MALBATAN HAT XWARIN'
Encu da zanîn, li ser komkujiya duyemîn a Roboskî heta niha lêpirsîneke îdarî yan jî edlî nehatiye destpêkirin û bal kişand ser gefên li malbatan tên xwarin.
Encu got, "Zexteke taybet li malbatan hat kirin. Dest li cih û dema veşartina cenazeyên me jî werdan. Gef li malbatan xwarin ku agahiyê nedin çapemeniyê yan jî rêxistinên civakî yên sivîl. Tedawiya destpêkê ya Vedat Encu, Yilmaz Encu li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê hat kirin. Tevî ku rewşa Yilmaz Encu gelekî giran bû, amîran zext li doktoran kirin ku tiştekî nekin. Nehiştin malbat bikevin hundirê nexweşxaneyê. Dest li veşartina cenazeyan jî werdan. Elektrîk hat birîn. Gef li malbatan hat xwarin ku bi rêya telefonê jî ji medyayê re naxivin."