Hat ragihandin ku, gundiyên ku ji gundê Çeltîklî yên beriya 4 rojan çekên xwe danîbûn fermandarê qereqolê pêkûtiyê lê dike ku dîsan çekan bigirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, fermandarê qereqolê ji gundiyan re civîna çêdike û her car ji wan re dibêje, dê “PKK li ser gundê we de bigire”. Fermandarê qereqolê her tim pêkutiyan li gundiyan dike ku careke din çekan bigirin û bibin cerdevan.
Beriya hefteyekê gêrîlayên HPG’ê li ser rêya gundê Çeltîklî-Bedlîsê çalakî pêkanîbûn û ji gundê Çeltîkê keyayê gund û 5 cerdevan girtibûn. Piştî vê bûyerê 40 cerdevanên li gund çek berda bûn.
Roja borî jî qereqolê ji gundiyan re gotibû, gêrîlayên HPG’ê 3 cerdevan kutşine, lê belê hatibû fêmkirin ku ev agahî hewildanên provokasyonê ne.
Piştî ku pêkutiyên qereqolê zêdebûn gundiyan serî li Komeleya Mafê Mirovan ya Bedlîsê dan. Nûnerê Şaxê Hasan Ceylan agahiyên heyî piştrastkirin û diyar kir ku, ew dê bikeva nava hewildanan.