Li Şengalê operasyona li hemberî çeteyên DAIŞ'ê

Li Şengalê, operasyona hêzên YBŞ-YPJ Şengal a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.

Li Şengalê, operasyona hêzên YBŞ-YPJ Şengal a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Îro danê sibehê, li geliyê Şîlo yê li rojavayê Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonekê destpê kir.

Hêzên YBŞ û YPJ-Şengal, danê vê sibehê li geliyê Şîlo dest bi operasyonekê kirin. Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me yê li herêmê hatiye wergirtin, di çalakiyên vê operasyonê de 2 gir ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Nûçegihanê me ragihand ku her du gir niha di bin kontrola hêzên YBŞ û YPJ-Şengalê de ne û li herêmê dem bi dem şer diqewime.

Der barê operasyon û çalakiyên ku gerîlayên HPG-YJA Starê jî destekê didin de, tê payîn ku Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê di saetên pêş de daxuyaniyekê bide.