Li Şengalê dewreyek din a Hêzên Taybet a Êzîdxanê bi dawî bû
Li Şengalê dewreyekî din a Hêzên Taybet a Êzîdxanê bi merasîmekê bi dawî bû.
Li Şengalê dewreyekî din a Hêzên Taybet a Êzîdxanê bi merasîmekê bi dawî bû.
Bi merasîmeke leşkerî ve Akademiya Şehîd Tirêj dewereyekî din a bi navê Şehîd Bîstûn a Hêzên Taybet a Êzîdxanê (HTE) ku 2 mehan dewam kir û perwerdeyên îdeolojîk, leşkerî hatin dayîn, bi dawî kir. Piştre jî Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî dewreya duwemîn a HTE li şervanan pîroz kir û wiha got: “Beriya 2 salan ji ber parastin û hêza gelê me yê Êzidî nebû, fermanek bi ser me de hat. Lê îro em bûne xwedî hêz û îradeyeke ku bikaribin gund û herêmên xwe yên Şengal ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dijmin biparêzin û rizgar bikin.”
Şengalî diyar kir ku îro ew hêzên profesyonel ji bo parastina civaka Êzidî perwerde dikin û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk çavê xwe berdaye axa me ya Êzîdxanê. Şervanên me yên Hêzên Taybet a Êzîdxanê ji bo xwe li dijî êrîşên derve bikin mertal û civaka Êzîdî biparêze xwe perwerde dikin. Çawa Êzîdî di dîroka xwe de bi egîdî tên nasîn û li ber xwe dane, wê li hemberî van êrîşên Tirkan ên ku werin jî bi awayekî egîdane careke din dîrokê binivîsin.”
Şengalî bal kişand li ser helwestên dewleta Tirk û wiha dewam kir: “Eger dewleta Tirk êrîş bike, ya pêwîst wê ji aliyê hêzên me ve were kirin. Bila dijmin vê baş bizane, em ê bêbersiv nemînin. Ji bo parastina xaka xwe û welatê xwe em ê her tiştî bikin. Ji ber ku hêza HTE bi ruh û felsefeya Rêber APO ya berxwedaniyê tevdigerin û ji bo her tiştî jî amade ne.”
Şervanên Hêzên Taybet ên Êzîdxanê sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.
Piştre, koroya strana, şano û govend hatin pêşkêşkirin.
Merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Êzîdxan”, “Bijî Serok APO” bi dawî bû.