Li Şemzînanê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li bejahiya Şemzînanê çalakî lidar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, artêşa Tİrk roja 17'ê Mijdarê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker daniye derdora girên Hopê û Gola yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên gerîla bi çekên giran li helîkopterên Skorsky û leşkerên li girê Hopê xistine, lê encama vê çalakiyê zelal nebûye.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, di êvara heman rojê de, hêzên gerîla bi çekên giran û ferdî li komek leşkerên ji Girê Hopê diçûn qada Golê xistin. Encama vê çalakiyê jî zelal nebû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 17'ê Mijdarê bombe li qadên Şukê û Mervanos ên navçeya Gever a Colemêrgê barandin.