Kurdên li navçeyaên Celewle û Sadiye yên girêdayî eyaleta Diyayayê dijîn, bi êrîş û terora komên Îslamiyên tundraw re rû bi rû ne.
Piştî hilweşîna rejîma Saddam Huseyîn, çarenûsa Kerkuk, Sadiye, Celewle û geleka bajar û navçeyên ên Kurdistanê, hewaleyê madeya 140 a makeqanûna Iraqê hatin kirin. Sadiye bajarokek biçûk e û şêniyar wê 47 hezar e, heta 2008’ê ji aliyê hêzên pêşmerge ve dihat parastin. Lê piştî sala 2008 pêşmerge xwe ji herêmê vekişandin, ev der jî ket destê komên Erebên Sunî
Kurdek ku li Sadiyeyê dijî, ji Rûdawê re axivî û rewşa Kurdan a li vir şiband Kandehara Efxanîstanê. Kurdên li vir dijîn li rastî gef û tehdîdan tên. Heta li ser navê El Qaîde û komên din ên Îslamî bi rêya telefonê û nivîsan peyamên kuştinê ji Kurdan re dişînin.
Endamê Konseya navçeya Sadiyeyê Salih Mehdî der barê mijarê de agahî da û diyar kri ku ji dixwazin ku ew ji bajêr derbikevin, lê n iha jî komên Îslamiyên radîkal bi rêya lîsteyê daxwaz û tehdîdan dişînin.
Kurdek din jî da diyarkirin ku bê dudilî Kurdan dikujin û got; “Ji bo em jiyana xwe rizgar bikin, em neçar dimînin ku stûyê xwe li ber wan xwar bikin.”
Li Sadiyeyê ji ber zext û êrîşên van komên Îslamî, pîrozbahî, karanîn û firotina alkolê, wênekişandin qedexene. Her wiha, jin jî bê kefiye nikarin derbikevin derve.
Kurdên li vir dijîn didin diyarkirin ku li bajarê hebûnek a artêşa Iraqê heye, lê ji bo ku êrîş li hemberî wan pêk neyê, xwe li hemberî van zextên li ser Kurdan tên meşandin bê deng dikin.
Li Sadiyeyê ji ber ewlehiya Kurdan tune ye, Kurd her roj ji her kesê kêmtir deriyê kargehên xwe vedikin û digirin. Di du salên dawiyê de 5 kargehên Kurdan li rastî êrîşan hatin û hatin girtin.
Ji ber van zextên dijwar şêniya Kurdan jî li Sadiyeyê kêm dibe. Li vî bajarokî Kurd, Tirkmen û Ereb bi hevre dijîn. Heta sala 2003 şêniya Kurdên li vir ji destî 38 bû, lê niha daketiye ji sedî 12.
Cihek din jî ku Kurd lê bi hemû êrîşan re rû bi rû dimîne Celewle ye. Rewşa Celewle ji ya Sadiyeyê baştir nîne. Jixwe beriya demekê Şaredarê navçeya Celewle Enwer Hisên bang li PKK’ê kiribû ku hevwelatiyên kurd li Celewle ji destê grubên çekdar biparêzin. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî jî der barê mijarê de diyar kir ku ew amade ne li her derê Kurdan biparêzin.