Li Rûbarokê pevçûn: 3 leşker birîndar bûn

Li Rûbarokê pevçûn: 3 leşker birîndar bûn

Hate ragihandin ku di pevçûna li çoltarê gundê Nehîrê yê navçeya Şemzînan de 3 leşker birîndar bûn. Herêma pevçûnê piştî bombebarana hewanan ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin. Hate diyarkirin ku di pevçûna li çoltarên mezrayên Navrezan û Rubunsuê yên gundê Nehrî de 3 leşker birîndar bûn. Herêma pevçûnê piştî bombebarana hewanan vê carê jî ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin. Ligel herema pevçûnê tê bombeberanankirin hinek balafirên şer derbasî Herema Federal a Kurdistanê bûn. Balafirên şer ber bi herêma Xakurkê ve çûn. Ber bi herêma operayonê ve sewqiyeta leşkerî berdewam dike.