Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd gav bi gav yekîtiya xwe li pêş dixe. Ji bo misogeriya vê yekîtiyê, piştî avakirina Desteya Bilind, komîteyên jêr jî tên sazkirin. Ji bo yekîtiya di navbera hemû Kurdan de pêk were, divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bilez bibin yek û xwe bi rê ve bibin. Ji roja ku hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê biryara xebata hevbeş dan, bi tenê pirsgirêkekê rû da. Ew jî dema serdana Wezîrê Derve yê Tirk ya ji bo bajarê Hewlêrê bû. Yekane armanca Tirkiyeyê ji wê serdanê têkbirina yekîtiya Rojavayê Kurdistanê bû. Lê piştî ku kesayetiyên Kurd yên bi wezîrê Tirk re hevdîtin pêk anîn, li hemberî gelê Kurd rexne li xwe girtin û bi vî awayî ev pirsgirêk jî çareser bû. Bi gotineke din helwesta hestiyar û berpirsiyar ya siyasetvanên Kurd nîşan dayî, hemû hewldanên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina destketiyên li Rojavayê Kurdistanê, pûç kirin.
Gelê Rojavayê Kurdistanê vê gavê bi pêşengiya Desteya Bilind a Kurd dest bi xebata destnîşankirina semboleke hevbeş kiriye. Jixwe beriya çend rojan berdevkê Desteya Bilind bi riya ekranên televizyona Ronahî TV ev xebata xwe bi raya giştî re parve kir. Birêz Ehmed Silêman dema ragihandina vê xebatê bang li raya giştî kir da ku pêşniyar û nêrînên xwe pêşkêşî wan bike. Jixwe piştî ku ev bang hat kirin, di nav demeke kurt de hejmareke zêde ya pêşniyaran hat kirin. Ji dîrokê ve rengên Kesk, Sor û Zer weke rengên gelê Kurd hatine binavkirin. Li ser van sê rengan gelek tişt têne gotin. Li gorî hin şîroveyan beriya mîladê bi 3 hezar salan, ango dema Zerdeşt, rengê kesk, sor û zer bibûn nîşana jiyana çandî a gelê Kurd. Kesk, xwezaya Kurdistanê, zer kedkariya Kurdan û sor jî weke sembola berxwedan û têkoşîna Kurdan hatibûn destnîşankirin. Ev nirxandinên wê demê hatibûn kirin, roja me ya îro jî li erdnîgariya Kurdistanê tên. Ji ber vê çendê, herî zêde rengên nûnertiya Kurdan dikin, kesk, sor û zer in.
Di nava Kurdan de herî zêde 3 al tên naskirin. Ya yekemîn sala 1946'an dema damezrandina Komara Mahabadê hat destnîşankirin. Li ser rengên sor, spî û kesk nîv roj, li dora wê du simbil û qelemek hatiye bicihkirin. Ala duyemîn jî ya ku vê gavê li Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn e. Her çendî gelek Kurd difikirin ku ev al a Komara Mehabadê ye jî, lê di rastiyê de ne weha ye û ji aliyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ve hatiye amadekirin. Li ser rengê sor, sipî û kesk roj hatiye bicihkirin. Ev ala ku ji aliyê Parlemena Başûrê Kurdistanê ve hatiye pejirandin, roja me ya îro weke sembola herêma Başûrê Kurdistanê tê qebûlkirin. Ala sêyemîn ku zêde di nava Kurdan de belav bûye jî, ala KCK ye. KCK di nava gelê Kurd de xwe weke sîstema xweseriya demokratîk bi nav dike. Ala wê li ser zemînê kesk, roj û di nava wê stêrka sor heye. Roja li ser vê ala ku ji 21 tîrêjan pêk tê temsîla Newrozê dike.
Eger em bala xwe bidinê, di nava alên Kurdan de rengên kesk, sor, zer û roj nehatine guhertin. Ev her sê reng û roj careke din nîşan didin ku ji dema Zerdeşt ve ev sembol nîşaneya çanada gelê Kurd in. Gelek dîroknas, zanyar û lêkolînerên çandê qebûl dikin ku Zerdeşt di mijara destnîşankirina nasnameya Kurd a etnîkî de xwedî roleke mezin bû. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan gotibû, êdî dem dema Zerdeşt e, dema afirandina kevneşopiya gelê Kurd e. Li cîhan û xwezayî ti zindî bê kok jiyan nake Her gel bi koka xwe dibe gel. Her gel bi qasî xwedîderketina li dîroka xwe, ewqasî bi sembol û nîşaneyên xwe jî dibe xwedî koka bihêz.
Li cîhanê her gel, her rêveberiya herêmî, heta her sazî û dezgeh xwedî alî yan jî sembol in. Mîna gelek tiştan, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di mijara destnîşankirina semboleke hevbeş de li hev kirine û gav avêtine. Bi destnîşankirina al yan jî sembolê, êdî Rojavayê Kurdistanê wê ber bi avakirina sîstema xwe ya xweser ve biçe.
Eger îro Kurd bi awayekî hevbeş hewl didin ku ala xwe destnîşan bikin û ji bo vê yekê pêvajoya guftugoyan dabin destpêkirin, ev helwesteke girîng û di cih de ye. Ev helwesta Kurdên Rojava yekser bi rewşa Kurdistanê ya heyî re têkildar e. Ji bo al yan jî sembola gelekî were qebûlkirin û naskirin, divê beriya her tiştî nasnameya wî gelî were qebûlkirin. Eger nasnameya gelekî neyê qebûlkirin, wê demê ala wî jî wê neyê qebûlkirin. Nasnameya gelê Kurd hê jî nehatiye qebûlkirin. Lê tevî vê yekê jî Kurd xwe amade dikin ku ala xwe destnîşan bikin. Divê Kurd ji bo qebûlkirina nasnameya xwe jî têbikoşin. Roja îro ala Kurdî li kîjan perçê Kurdistanê bilind bibe, ew ê beriya her tiştî bibe ala têkoşînê. Ji ber vê yekê ala ku li Rojavayê Kurdistanê were destnîşankirin, divê weke ala têkoşînê bê qebûlkirin. Bi vî awayî ji niha û pêve Kurdên li Rojavayê Kurdistanê wê di nava têkoşîna ku birêve dibin de, ala xwe ya hevbeş jî bilind bikin. Ev ala Rojavayê Kurdistanê di heman demê de wê bibe sembola demokratîkbûyîna Sûriyeyê. Bi hêviya hemû Kurd û hêzên siyasî yên li çar aliyên Kurdistanê ala nû silav bikin, xwedî lê derkevin û destekê bidin vîna gelê Rojavayê Kurdistanê.