Aşkere bû ku li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabana Şirnexê ku 34 welatî bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatin qetilkirin, vê carê ji jinên li zozanan sewal diçerindan ji aliyê helîkopteran hatin gullebarandin. Dayîka Yuksel Urek ê ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest da Emîne Urek, diyar kir ku ji ber guleyên ji heklîopteran hatin avêtin 4 bizinên wê birîndar bûn û ew ji mirinê filitîn.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê, piştî li Roboskiyê 34 welatî bi balafirên şer ên tirk hatin qetilkirn vê carê jî dayîkên kesên jiyana xwe ji dest dan rastî hewildanan heman awayî hatin. Di 18'ê gulanê de dema ku 15-20 jinên Roboskiyê li nêzî cihê bûyerê sewal diçerandin, helîkopter bi ser serê wan de nizim firiyan. Jinan diyar kir ku helîkopteran gule berdan wan. Dayîka Yuksel Urek Emîne Urek, diyar kir ku helîkopteran gule berdan wan û ji ber vê yekê 4 bizinên wê birîndar bûn û ew ji mirinê filitîn.
HELÎKOPTERAN EW GULLEBARAN KIRIN
Urek, anî ziman ku ji ber li herêmên çoltar dijîn sewalkarî û bazirganiya sînor dikin. Urek, da zanîn ku helîkopteran gulle berdan wan û qalikên guleyan nîşan da û wiha got: "Dema ku em sewalên xwe dibin zozanan û didoşin her tim helîkoptera nizim bi ser me de difirin. Roja borî dema ku me li zozanan sewalên xwe diçerandin helîkopteran em dîtin û gule berdan me. Di gulebarandinê de 4 bizinên min birîndar bûn û me serjêkirin. Em jî bi zorê xelasbûn. Li hemberî me hewildana komkujiya duyemîn pêk anîn. Ji ber ku em nemirin em bi şansin." Urek, bilev kir ku her tim tirsa mirinê dijîn û li zozanên wan dengê çekan tê.
Urek, bal kişand ser daxuyaniyên hikûmetê û nîqaşên îstîxbaratê. Urek, bang li Serokwezîr Erdogan û Wezareta Dadê wiha kir: "Çima Erdoganê dizane ku îstîxbarat ji aliyê kê ve hate dayîn tiştekî nake?" Urek, destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan û wezîrên wî dibêjin "Îstîxbaret me bi xwe girt" û wiha axivî: "Gelo heke îstîxbarat ya we be wê demê kiryar li ku derê ne? Hun ji xwedê natirsin? Çi bikin bila bikin em dest ji doza xwe bernadin. Em dê heta dawî têbikoşin."