Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li hemberî Qereqola Ûmûrlû ya bajaroka Robaroka Şemizînana Colemêrgê çalakiyek li dar xistin.
Li gorî agahiyan, gerîlayan îro li hemberî Qereqola Ûmûrlû ya bajaroka Robaroka Şemizînana Colemêrgê çalakiyek bi roketan li dar xistin. Pevçûn bi qasî 30 deqeyan berdewam kir. Der barê kuştî û birîndarên artêşa Tirk de tu agahî nehatine bidestxistin.
Piştî çalakiyê, artêşa Tirk herêmê bê ser û ber dan ber obîs û hewanan.