Li Rihayê otobûsa taybet ya nava bajêr qulibî. Di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn.
Li taxa Haleplîbahçeya Rihayê otobûsa taybet ya nava bajêr li peyagehê ket û qulibî. Di encama qezayê de 4 jê giran 16 kes birîndar bûn. Piştî qezayê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê kirin. Birîndarên ku li vê derê destpêkê mûdaxaleyî wan kirin rakirin nexweşaneya dewletê ya Balikligolê.