Li Rihayê polîsan konserê dorpêç kir

Li Rihayê polîsan konserê dorpêç kir

Li Rihayê konsera ku ji aliyê Radyonet'ê hate lidarxistin ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan bêyî ku destûra wan ya lêgerînê hebe, li cihê konserê lêgerîn pêkanî û kontrola nasnameyên kesên beşdarî konserê bûyîn kir.

Li Rihayê Radyonet li Salona Dawetê ya Çamlik ya Şehîtlîkê de konserek li dar xist. Beriya konserê polîsan bêyî ku destûra wan ya lêgerînê hebe, li salonê lêgerîn pêk anî. Piştre polîsan panzer, TOMA û polîsên hêzên çevîk li hemberî salonê bi cih kir. Polîsan xwendekarên ku xwestin beşdarî konserê bibin ji kontrola nasnameyan û lêgerînê derbas kir û piştre hişt ku bikevin salonê. Ji ber zextên polîsan 300 kes bêyî ku konserê temaşe bikin paş de vegeriyan. Nûçegihanê DÎHA’yê yê ku xwest polîsan bikişîne jî ji aliyê polîsan ve nasnameya wê hate girtin û ji GBT'ê re hate derbaskirin.

Di konsera ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin de pêşî Erol Berxwedan derket ser dikê. Piştre Rojda û Hîvron jî bi dor derketin ser dikê û stranên xwe yên tirkî û kurdî pêşkêşî beşdaran kirin. Hate zanîn ku, piştî konserê xwendekarekî ku nasnameya wî nehate zanîn, ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.