Li Rihayê nelirêtiya Wezîr, Şaredar û Wekîlê berê yê AKP'ê
Li Tirkiyeyê, ji roja destpêkirina desthilatdariya AKP'ê û vir ve, karên ne li rê yên bi pêşengiya wezîr, parlamenter û rêveberên AKP'ê tên meşandin, naqedin.
Li Tirkiyeyê, ji roja destpêkirina desthilatdariya AKP'ê û vir ve, karên ne li rê yên bi pêşengiya wezîr, parlamenter û rêveberên AKP'ê tên meşandin, naqedin.
Derket holê, Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Farûk Çelîk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê yê AKP'yî Nîhat Çîftçî û Wekîlê berê yê AKP'ê yê Rihayê Mufît Yetkîn li Rihayê çeteyek ava kirine û bi rêya vê çeteyê erd û zeviyên gundiyan ên ji bav û kalên wan man e, li ser xizmên xwe qeyd kirine û piştre hewl dane erdê gundiyan bifiroşin gundiyan.
Li Tirkiyeyê, ji roja destpêkirina desthilatdariya AKP'ê û vir ve, karên ne li rê yên bi pêşengiya wezîr, parlamenter û rêveberên AKP'ê tên meşandin, naqedin. Derket holê, wekîlê berê yê AKP'ê yê Rihayê Mufît Yetkîn, zeviyên xezîneyê yên li ser xizmên xwe tapû kiriye, bi rêya çeteyekê hewl daye bifiroşe xwediyê rasteqîn ê van erdan û bi vî awayî rant û nelirêtiyek mezin kiriye.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li navçeya Karakopru ya Rihayê, Parlamenterê berê yê AKP'ê yê Rihayê Yetkîn 70 hezar donim erdê xezîneyê yên li taxên Kepîrlî, Kuçuk Horzûm, Kadikendî, Aşik, Yenîce, Akziyaret, Hancigaz, Mehmetçîk, Karakopru, Goktepe, Derman, Orencîk, Dagetegî, Maşûk, Horzûm û Yarim Tepe bi rêya çeteyekê tapûya wan li ser xizmên xwe çêkiriye û bi rêbazeke mafyayî hewl daye bi buhayekî gelekî zêde careke din bifiroşe gundiyên xwediyê van zeviyan.
WEZÎR ÇELÎK Û ŞAREDAR ÇÎFTÇÎ JÎ DI NAVA VÊ NELIRÊTIYÊ DE YE
Ji ber ku ev zevî girîng û berhemdar e, mezinahiya rantê û nelirêtiyê bêhtir xuya dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer ên li nava şaredariyê hatin bidestxistin, wekîlê berê yê AKP'ê Mufît Yetkîn ev nelirêtî tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Nîhat Çîftçî ku hingî Şaredarê Karakopru yê AKP'yî bû, kiriye û Çîftçî ji bo karê tapûkirinê rê li ber Yetkîn vekiriye. Hat ragihandin, Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Farûk Çelîk jî navbeynkarî ji vê yekê re kiriye û li binê hin belge û ewraqên karê nelirêtiyê, îmzeya Çelîk heye.
ÇÛN ENQEREYÊ, LÊ AKP'YIYAN HEWL DAN SER BÛYERÊ BIGIRIN
Tapûkirina li derveyî qeydê ya 805 donim erdê xezîneyê yê li taxa Horzûmê û ranta mezin a ku gundî pê hesiyan, nelirêtiya ku parlamenter û şaredarê AKP'yî di nav de ye, raxist pêş çavan. Gundiyan dan xuyakirin, ku zêdeyî sed sal in ew vî erdê diçînin û cot dikin û anî ziman ku komek ji parêzer û burokratan ku ji aliyê Parlamenterê berê yê AKP'ê Yetkîn û Şaredar Çîftçî ve hat avakirin, erdê wan li ser xizmên Yetkîn û Çîftçî hatine tapûkirin. Gundiyên mexdûr anîn ziman, ku ji bo dengê xw bidin bihîstin ew çûne Enqereyê, lê belê ti mûxatab nedîtine, xwestin parêzeran bigirin lê belê ev parêzer ji rêxistina çete tirsiyane û nexwestine bikevin dozê. Li gorî agahiyan ev mijar gihîştine ber destê gelek siyasiyên AKP'yî, lê hemûyan bi nasnameya xwe ya siyasî hewl dane ser wê binixumînin.
XWESTIN ERDÊ KU BI RENGEKÎ SEXTEKARÎ TAPÛ KIRIN, BIFIROŞIN XWEDIYÊN RASTEQÎN
Şêniyên taxa Horzûmê ku ji 100 malbatan pêk tê diyar kirin, erdê wan ê ji 805 donimî li ser metka Yetkîn Emîne Yetkîn hatiye tapûkirin û piştî 6 mehan ew bi vî karê nelirê hesiyane. Keyayê taxa Horzûmê Mûstafa Kiliç da zanîn, ku dema çû tapû kadastro ew bi rewşê hesiya ye û dîtiye ku erdê wan li ser hinekî din hatiye tapûkirin. Kiliç da xuyakirin, ku ev sextekarî û nelirêtî ji aliyê wekîlê berê yê AKP'yî Yetkîn ve hatiye eyarkirin û hin midûr û karmend jî tevlî bûne. Kiliç ragihand ev zeviyên bi sextekariyê hatine desteserkirin, zêdeyî 100 sal in ji aliyê wan ve tên bikaranîn û ji bav û kalên wan mane. Kiliç anî ziman, piştî vî karê nelirê yê tapûkirinê bi rêya parêzer name ji wan re hatiye şandin û got, di nameyê de bi gotina 'Em erdekî ji donimekê bi 15 hezaran TL bidin we' hewl hatiye dayîn erdê wan careke din bifiroşe wan. Kiliç destnîşan kir, ku wan xwestine dozê li vê vekin, lê ti parêzer tevlî nebûne. Kiliç got, "Dema em çûn dadgehê, parêzeran ji me re gotin, 'eger ev mirov di nava kar de bin, hingî em tevlî nabin. Em ji wan ditirsin'."
'HÛN DENGÊ XWE NEKIN, EM Ê ÇARESER BIKIN'
Kiliç da xuyakirin, ku piştre parêzerên wekîlê AKP'yî ev pêşniyar li wan kiriye: 'Hûn dengê xwe nekin, em ê donima wê bi 3 hezar TL bidin we." Kiliç got, "Wê erdê me bifiroşe me û ji me dixwazin ku em dengê xwe nekin." Kiliç da xuyakirin, ku ew bi parlamenterê berê yê AKP'ê Mufît Yetkîn re axivîne û got, "Wî jî ji me re got, 'biçin cem parêzeran, neyên cem min'. Parêzer jî guneh dixe stuyê van. Weke cotkar em bi ku ve biçin? Em li Serokê AKP'ê yê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul geriyan. Wî jî got 'em ê çareser bikin'. Lê hê çareser nebûye. Em ê bi ku ve biçin? Zeviyên ku sed sal in di destê me de ne, ji me distînin. Ev çi qanûn e ku malê xizanan dide dewlemend û axayan."