Li Rihayê li pêşiya emniyetê rawestandin didome
Girseya ku operasyonên qirkirina siyasî ya danê sibê li Rihayê pêk hat protesto dikir, li pêşiya emniyetê rawestandina xwe didomîne.
Girseya ku operasyonên qirkirina siyasî ya danê sibê li Rihayê pêk hat protesto dikir, li pêşiya emniyetê rawestandina xwe didomîne.
Girseya ku operasyonên qirkirina siyasî ya danê sibê li Rihayê pêk hat protesto dikir, li pêşiya emniyetê rawestandina xwe didomîne.
Li Rihayê ku lez dane operasyonên qirkirina siyasî, pêkanînên îşkence û tacîzê zêde dibin û didomin. Parlamenterên HDP’ê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan, hevserok û rêveberên Rêxistinên DBP,HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi dehan kesên li hember binçavkirin, tacîz û îşkenceyan bertek nîşan dan, li pêşiya emniyetê hatin cem hev.
Parlamenter û parêzerên xwestin ku hincetên binçavkirinê fêr bibin û yên hatine binçavkirin bibînin, li ber deriyê emniyetê bi saetan hatin sekinandin. Di ketinê de hêzên dewletê barîqat danîn, bi TOMA û wesayîtên zirxî tedbîrên ewlehiyên ên zêde girtin. Di encama hevdîtinan de parêzer ketin hundir, parlamenter jî li derve hatin hiştin.
Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan wiha axivî: “Li Rihayê encamên operasyonên qirkirinên siyasî bi tacîz û îşkenceyan e! Niha 21 welatiyên me dibin çav de ne û di rojên dawiyê de pêkanînên derveyî mirovatiyê tên bikaranîn. Dema em li walî digerin bersivê nade telefonên me, an jî dema didê jî dibêje, ‘ev rewş min derbas dike, kesê wezîfedar ne ez im’ û bersivên wek wê dide.”
Parêzer Hîdayet Enmek ragihand ku ji ber li ser dosyayê biryara veşartîbûnê heye hincetên binçavkirinê fêr nebûne. Enmek da xuyakirin ku ji bo kesên hatine binçavkirin bi fikar in û wiha berdewam kir: “Niha li emniyetê 16 welatiyên me hene. Li Wêranşar jî 5 kes hene. Ti hincet nayê gotin. Bi temamî bê hiqûqî ye. Li Rihayê ev 5 mehên dawî nêzî 400 kesî hatin binçavkirin, bi dehan kes hatin girtin. Îşkenceyên di asta tacîzê li ser kesên binçavkirî bikar anîn. Ji ber vê em bi fikar in, her kêlî dikarin îşkenceyan bikin.”
Birayê Ferhat Cîn ê ku hatiye binçavkirin, Haci Cîn jî got duh birayê wî di ameliyatê de bû û tevî vê jî vê sibehê hate binçavkirin. Cîn destnîşan kir ku ji sibehê ve li tevahî qereqolên li Rihayê geriyaye, diyar kir ku ti kesî ti agahî nedayiyê û der heqê tenduristiya birayê xwe de bi fikar e.