Li Rihayê 16 kes hatin girtin

Li Rihayê 16 kes hatin girtin

Li Riha û navçeyên wê ji 29 kesên ku bi îdîaya "Di nava xebatên meclîsa bajar ya KCK'ê de cih digirin" hatibûn binçavkirin 16 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.

Li Riha û navçeyên wê di 28'ê Gulanê de di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Amedê di hat meşandin de 29 kes hatibû binçavkirin. Ji 29 kesan 16 kes bi îdîaya ku "Di nava xebatên meclîsa bajar ya KCK'ê de cih digirin" ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Hate zanîn ku, bi cihazekî guhdarkirinê ku li avahiya BDP'a Bajarê Rihayê de hatibû bi cih kirin, karê guhdarkirinê hatiye kirin û tê angaştkirin ku di encama guhdarkirinê de 29 kes hatiye binçavkirin.

Kesê ku hatiye girtin evin: Endamê Meclîsa Şaredariya Serêkanî Hasan Karaoglan, Cîgirê berê ya Şaredar Ahmet Dagtekîn, rêvebirê BDP'a navçeyê Cemîl Tûncer, karkerên şaredariyê Suphî Zengîn, Yavûz Îlerî, endamên MEYA-DER'ê Îbrahîm Avci û Ecevît Yavûz, Hevseroka BDP'a navçeyê Bîrgul Ozkara, Ahmet Îlbaş, Mûstafa Kûrt, Serokê berê ya BDP'a navçeyê Ahmet Yenîlmez, endamên meclîsa şaredariyê Mûstafa Yuksel, Kadîr Ceylan, Endamê Meclîsa Giştî ya Navçeya Pirsûsê Halît Yildiztekîn, Serokê BDP'a Aligorê Omer Gonhan û endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Îsmaîl Şîmşek.