Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê malovaniya hunermendên Şaredariya Bajarê Amedê dike. Di çarçoveya bernameya ku Ranya Amedê himbêz dike de şahiya bi navê “Rojek ji bo bajarê qedîm Amedê” hate lidarxistin.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bernameya “Rojek ji bo bajarê qedîm Amedê” hate lidarxistin. Bername bi slogana Ranya Bajarê qedîm Amedê himbêz dike pêk hat. Di bernameyê de nasandina Bajarê Amadê û têkiliyên Başûr û Bakûrê Kurdistan hate vegotin. Bi organizasyona Bajarê Mezin yê Amadê û Navenda Rayel ya bo veguhestinên çandî û çalakiyên rewşenbîrî (R.C.E) şahiyek hate lidarxistin.
Beriya şahiyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî li hola ragiyandin ya şaredariya Ranya hatelidarxistin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê li baxçeyê navendî yê rêxistina demokratîk ya Ranyayê pêşangeheke wêneyan ji bo nasandina Amedê hate vekirin. Piştre di demjimêr 17.00an li salona Azarê ya Ranyayê ji aliyê koma şanoyê ya Amedê “Xulamê du xwedî” pêşkêşkirin. Di şahiyê de gelek xelat pêşkêşî şanda bajarê Amedê bikin.
Hate zanîn dê heyeta ji bajarê mezin ya Amadê ya çandê li başûrê Kurdistanê serdana bajarê Silêmanî, kampa penaberan ya Ş. Rûstem, Duhokê bike pêşengeha wêneyan û şanoya “Xulamê du xwedî” pêşkeş bike.