Li Qubînê daristana ji 480 donimî di nava saetekê de şewitî!
Li navçeya Êlih Qubînê, daristana 480 donimî ya ji darên çamê, şewitî. Aktîvîstên xwezayê nerazîbûn nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku şewat ji ber xemsariyê derketiye. Aktîvîstan destnîşan kir ku saziyên berpirsyar karê xwe nekirine.
FERHAT ARSLAN / ANF
ÊLIH
sêşem, 14 tîrmehê 2015, 07:04
Li navçeya Êlih Qubînê, daristana 480 donimî ya ji darên çamê, şewitî. Aktîvîstên xwezayê nerazîbûn nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku şewat ji ber xemsariyê derketiye. Aktîvîstan destnîşan kir ku saziyên berpirsyar karê xwe nekirine.
Daristana darên çamê ya 480 donimî ya li rojavayê Deşta Qubînê, ji ber şewatê di nava saetekê de bû xwelî. Tê gotin ku 45 karkerên Îş-Kûrê ji bo li qada daristanê bixebitin hatin wergirtin, lê belê li saziyên dewletê karên paqijiyê bi van karkeran re hatiye kirin. Serokê Komeleya Dildaran a Êlihê Recep Kavûş diyar kir ku ji ber kayê li nava daristanê nehatiye komkirin şewat derketiye û diyar kir ku ji bo lêpirsîna li rayedarên berpirsyar, ew ê bikevin nava hewldanan.
Kavûş ragihand ku daristana bajêr a beriya 20 salan hat avakirin, di nava saetekê de bû xwelî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Daristana ji 48 donimî ku yek ji qadên herî xwezayî û bi daran a Qubînê bû, cihekî ku heywanên ji celebên cuda yên kovî dijiya bûn. Mixabin ji ber xemsariyê ev qad şewitî. Bi hezaran daristan û ruhber mirin. Sedema tekane ya vê jî, wernegirtina tedbîrên pêwîst e. Bi rojan me hişyarî da. Ji ber şewatên pirêze xwezaya me, darên me dişewitin. Ev daristan bi keda 20 salan gihaşt heta roja îro lê di nava saetekê de şewitî bû xwelî."