Li Qilabanê teqîn: Cerdevanek birîndar bû

Li Qilabanê teqîn: Cerdevanek birîndar bû

Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê dema traktora karkerên ku ji rêya herêma leşkeriyê çêdikir vedigeriyan gund, teqîn pêk hat û di teqînê de cerdevanek birîndar bû.

Li navçeya Qilabana Şirnexê dema ku traktora karkerên ku rêya herêma leşkeriyê ya li gundên Kiror û Alûşê çêdikir û piştî karker anîn gund teqîn pêk hat. Di teqîna ku serê sibê saet di 08.30'an de pêk hat de, cerdevanê bi navê Suleyman Tosun ê ku ajokar bû birîndar bû. Hate diyarkirin ku traktora Tosun perçe bû û Tosun jî rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Qilabanê. Hate zanîn ku rewşa Tosûn giran e.