Hat ragihandin ku, rêxistina JÎTEM’ê Tîma Xencer li herêma Qaşora ya Qilabana Şirnexê digerin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, endamên Tîma Xencer ya rêxistina JÎTEM’ê hefteyeke li herêma Qaşora ya navçeya Qilabana Şirnexê digerin.
Hat ragihandin ku, tîmên kontra bi cilên gêrîla û yên sivîl li herêmên Kanîspî û Bêtkara girêdayî Elemûnayê hemwelatiyên welatparêz tacîz dikin û komploya pêşdixin.
Gundiyekê ji ber ewlekariya cane xwe nexwest navê xwe bide, ragihand ku di nav yekîneyên kontrayê de ji gundê Şîfrezayê Huseyîn O., Fahrî O., Ekrem. O û Macîz û Bûrhan ku paşnavê wan nehate zanîn cih digirin.
Gundiyê ku diyarkir, ev kesên mijara gotinê gefan li gundiyan dixwin ji ber vê gundî di nava fikaran de ne, ewlekariya canê wan tuneye.
Tîma Xencer ya rêxistina JÎTEM’ê ku di salên 1990’an de navê wê di gelek kuştinan de derbaz bû, herî dawî navê wê bihovana kuştina Îsmaîl Akin û keça wê ya 10 salî Elîf Akin ku li bajarokê Akarsu ya Nisêbînê şivantî dikir, bidarvekirina Abdulselam Tan yê li Kozlukê şivantî dikir careke din kete rojevê. Ji ber ku her şeklê kuştina kesên mijara gotinê û yên berê dişibin hev, tê texmîn kirin ku ji aliyê Tîma Xencer ve hatiye pêkanîn.
Tîma Xencer di Tîrmeha 2009’an de Necman Olmaz (35) û Ferhat Edîş (35) dema ku diçûn Mîhrîcana Berxbirê ya li navçeya Bêşebaba Şirnexê ji wesayîtê hatin derxistin û birin. Piştî ji wesayîtê hatin derxistin serê wan bi keviran perçiqandin û piştre her yekê guleyek li singê wan dan.