Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya der barê şer û pevçûnên li Kurdistanê da de diyar kir ku li Qilabanê 2 leşker ji aliyê gerîlayên YJA –STAR ve hatine kuştin, li Wanê agir berdane 12 TIR’an û leşkerek serbest hatiye berdan.
Di daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê hat diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA –STAR’ê de li Qilabanê 2 leşker hatine kuştin.
LI WANÊ 12 TIR HATIN ŞEWITANDIN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 5'ê Tîrmehê de di saet 19.30'an de di navbera navçeya Bazîdaxa (Çaldiran) Wanê û navçeya Bazîda Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve kontrola rê û nasnameyan hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 12 Tir bi alavên tê de hatiye şewitandin û rûxandin.
LI QILABANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 5'ê Tîrmehê de di saet 05.20'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Sînek di navbera gerîlayên YJA-Star û leşkerên artêşa “dagirker” a tirk pevçûnek qewimiye û hat gotin; “Di encama vê pevçûnê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye.”
LI DIJÎ HERÊMÊN GERÎLAYAN TOPBARAN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “ Di 5'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-16.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li nav sînorên Zapê li dijî Gundê Bezelê û Girê Karker ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Ji 3'ê Tîrmehê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Geliyê Zap, Çiyayên Helwesîs û Hînê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li nav sînorên Zapê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêma Çiyareş destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
LEŞKEREK SERBEST HATIYE BERDAN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 21'ê Hezîranê de li ser riya Bedlîs Amedê de di dema kontrola nasname û rê ya ji aliyê gerîlayên me ve dihate kirin leşkerê bi navê Vahdettîn Kaya yên hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînê wî bi dawî bû roja berê serbest hate berdan.”