Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek li dar xist û di encamê de 2 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 23'ê Gulanê de danê sibê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerê dijmin ê li ser Girê Meymûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye”
LI BÊŞEBABÊ XEBATÊN KONTRAYAN
Her wiha, HPG’ê ragihand ku ev demeke li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Setkarê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi tevlêbûna 15 kesên ji leşker û kontrayan pêk tê kemîn tên vedan.
LI DIJÎ ZAXOYÊ TOPBARAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “22'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Zavîta Perexê ya bi ser Zaxoyê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”