Li Qersê maşîneya endamê Tîma Taybet û kamyona êzîng barkiribû li hev qelibîn. Di qezayê de endamekî timê taybet mir û 2 jê polis bi tevahî 4 kes birindar bûn.
Maşîneya biplaqeya 36 EZ 419 ku ji Enqereyê malzemeyê lojistik dibirin Qersê û 3 polîsên Tîma Tevgera Taybet têde bûn û kamyona êzîngan li hev qelibî. Maşîneya polîsan ji pişt ve li kamyona êzîngan qelibî û polîsê tîma tevgera taybet Murat Bayram mir. Polîsên bi navê Ramazan Ari, Serdar Şahin û ajokarê kamyonê Latif Ozaltanli birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Qersê.