Operasyona li derdora navçeya Kaxizmana Qersê hatibûn destpêkirin, berdewam dikin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê operasyonê de ev agahî da; “Ji 17'ê Gulanê û vir ve li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî Geliyê Dêrasor, Xeta Daristanan, Girê Biryargehê, Herêmê Holozkaya û derdora Gundê Bolotifên bi ser Çemçêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê kemîn vedanê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyonên li vê herêmê hîn jî berdewam dike.”