Hat ragihandin ku di pevçûna di 28’ê gulanê de li navçeya Qamîşan a Qersê qewimî de, 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Piştî daxuyaniya HPG’ê ya du der barê pevçûnê de hat dayîn, îro jî agahiyê nû gihiştin ber dest. Çavkaniyên HPG’ê ragihand ku di vê pevçûnê de ne 3 leşker, 4 leşker hatine kuştin.
HPG’ê di daxuyaniya 30’ê gulanê de ragihandibû ku di pevçûnê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.