Li Qersê 3 xwendekar hatin binçavkirin

Li Qersê 3 xwendekar hatin binçavkirin

Li Qersê di encama serdegirtina malan de 3 xwendekarên endamê Komaleya Çanda Serhatê hatin binçavkirin.

Polîsan vê sibê li Qersê di gelek taxan de bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan lêgerîn pêkanîn û di encamê de endamên Komaleya Çanda Serhatê û xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê Ozcan Çinar, Sebahattîn Erdemcî û Berîvan Îlkkaya hatin binçavkirin. 3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn niha li Miduriyeta Polîsan a Qersê tên ragirtin.