BI DÎMEN

Li Qendîlê daxuyaniya hevpar a 53 saziyên sivîl

Daxuyaniyên rayedarên PDK'ê yên 'PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e' rastî nerazîbûneke tund a her beşên civakê tê. Li dijî vê yekê 53 saziyên civakî yên sivîl li Qendîlê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku PKK Kurdistanî ye.

53 saziyên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê û rayedarên KCK'ê, ji ber daxuyaniyê PDK'ê yên 'PKK li Başûrê Kurdistanê û Qendîlê mêvan e' daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Daxuyanî li binarên Qendîl bi tevlîbûna bi dehan saziyên civakî yên sivîl, rêveberê saziyên civakî yên sivîl Ahmed Şêxa, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Savaş Amed, endama Tevgera jinê Rewşen Mêrdîn û endamê Tevgera Azadî Seyît Xalit, hat dayîn.

'GERÎLA LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ XWÎNÊ DIRIJÎNE, LI TI PARÇEYÎ NE MÊVAN E'

Di destpêkê de li ser navê saziyên civakî yên sivîl Ahmed Şêxa peyivî û got, "Em êdî naxwazin xwîna birayan birije. Ji bo pêşî li birakujiyê were girtin, divê Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Em wekî saziyên civakî yên sivîl, bi hatina li vir li gel gerîlayan kêfxweş in û em piştgiriya xwe bi gerîlayan re nîşan didin. Rêber Apo îro dîlgirtî ye. Lê belê her kes jî dizane Rêber Apo îro di dilê hemû gelê Kurdistanê ye û ji bo Kurdistanê li wê zîndanê de têdikoşe."  

Şêxa li ser gotinên PDK'ê ên 'PKK li Qendîl û Başûrê Kurdistanê mêvan e' ev xal destnîşan kir: "Em gerîlayan li Başûrê Kurdistanê weke mêvan nabînin. Gerîla ne mêvan in, gerîla li ser vê axê xwînê dirijîne. Li her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe. HPG li Başûrê Kurdistanê jî li Qendilê jî li her çar parçeyênê Kurdistanê parazvanên gelê Kurdistanê ne. Em spasî ji bo gerîla û PKK'ê dikin."

'DEMA GERÎLA DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR JI KESÎ DESTÛR NEXWEST, JI BO PARASTINA GEL PKK JI KESÎ DESTÛRÊ NAXWAZE'
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Savaş Amed jî di axaftina xwe ya li vir de got; "Em jî di destpêkê li ser navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi xêr hatina we dikin. Ji ber hatina 53 saziyên civakî yên sivîl û ji bo piştgiriya wan, em spasiya xwe pêşkêş dikin. Em yekîtiya neteweyî muhîm dibînin. Weke her kes dizane gerîla dema dest bi vê têkoşînê kir ji kesî destûr nexwest, ji bo parastina gelê Kurdistanê PKK ji kesî destûr naxwaze."

'YÊN GERÎLA MÊVAN DIBÎNIN, BI ZIMANÊ DAGIRKERAN DIAXIVIN'

Amed der barê mêvandîtina gerîla li Başûrê Kurdistanê de ev xal destnîşan kir: "Kesên ku PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan dîtin, weke bi zimanê dagirkeran axivîn. Gerîla Kerkûkê, Şengalê, Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê diparêze, her çar parçeyên Kurdistanê diparêze. Wê ji vir û şûn de jî gerîla ji bo parastina Kurdistanê her tim têbikoş e."

'GIRÎNG E HER KES LI DIJÎ VÊ ZÎHNIYETA PARÇEKIRINÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDE'

Herî dawî li ser navê Tevgera Azadî Seyîd Xalit jî bi xêrhatina mêvana kir ev nirxandin kir; "Em jî wek Tevgera Azadî bi xêrhatina hemû saziyên civakî yên sivîl dikin û ji bo piştgiriya wan spasiya xwe dikin. Ji her demê bêhtir îro pêwîstî bi hevkariya Kurdan, bi meşandina karekî hevpar heye. Êdî gelê Kurd vê zîhniyeta parçekirina Kurdan û zîhniyeta weke mêvan dîtin qebûl nake. Îro pêşmerge li Kobanê, li Rojavayê Kurdistanê, gerîla li Kerkûk, Şengal û Başûrê Kurdistanê xwînê dirijîne. Ew zîhniyeta ku çawa dibêje gerîla li Başûrê Kurdistanê mêvan in. Divê herkes ji bo wê yekê û ji bo azadiya Rêber Apo rolê ku dikevin ser milên wan pêk bînin. Divê kesek vê zîhniyeta parçekirinê qebûl neke û li dijî wê helwesta xwe deyne."

Piştî axaftinan rayedarên saziyên civakî yên sivîl plaketa ku ji bo gerîlayan anîbûn radestî rayedarên KCK'ê kirin.