Li navçeya Qelqeliya Wanê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de girtina 10 rêvebir û şaredarên BDP'yî hat şermezarkirin. Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz ji girtîgehê peyam rêkir û got; "Ji ber AKP'yê serkeftina me ya di hilbijartinên herêmî de û xizmetên me hezm nekir li hemberî me operasyon lidar xist.
Nerazîbûnên li hemberî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de girtina 10 rêvebir û şaredarên BDP'yî berdewam dikin. Rêxistina BDP'ya Qelqeliyê ji bo şermezarkirina operasyonê li navçeya Qelqeliyê daxuyanî da. Parlementerên BDP'yê yên Wanê Nazmî Gur û Ozdal Uçer, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Hevseroka BDP'ya Wanê Mîhrîban Şah û bi sedan welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiya ku pankarta li ser; "dest li vîna min nede" nivîsandî hat vekirin de, dowîzên li ser; "Kurdim serbilind im" û "Erdogan em te hewaleyî xwedê dikin" nivîsandî hatin bilindkirin. Hevseroka BDP'a Wanê Mîhrîban Şah di çalakiyê de axivî û got; "Me her tim got, biratiya gelan. 3 rojan wekî dijmin nêzî me bûn. Binçavkirin helwesteke siyasî bû.
Parlementerê Wanê Nazmî Gur jî wiha axivî: "Vîna Qelqeliyan di destê Qelqeliyan de ye. Armanca AKP'ê ew e ku kurdan tasfiye bike. Dixwaze bi zilma ku dike berxwedana gelê kurd bişkêne. Serokwezîr Erdogan digot, 'Beşar Esad zilmê dike' yê esas zilmê dike Erdogan bixwe ye. Yê li Roboskiyê komkujiyê pêk tîne Erdogan bixwe ye."
'DIVIYA ERDOGAN LI FAKULTEYA HIQÛQÊ DOZGER BÛYA'
Parlementerê Wanê Ozdal Uçer jî girtina şaredar û parlementerê Qelqeliyan hilbijartiye Kemal Aktaş bibîr xist û got; "Erdoga diviya ku ne serokwez3ir li fakulteya hiqûqê dozger bûya. Ji bo ranta siyasî bidest bixe parlementer û şaredarên vî gelî digirî. Ciwanên ku li vê navçeyê bazirganiya sînor dikin dikujî. Çima ji bo ciwanan edalet nîn e. Kesên ku xizmeta gel dikin ên wekî Murat Durmaz niha di hundir de ne. Wekî Apê Mûsa gotiye, em ê li Kurdistanê bi berxwedanê biser bikevin."
JI ŞAREDARÊ GIRTÎ DURMAZ PEYAM
Piştî axaftinan peyama Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz a ji girtîgehê rêkiriye hat xwendin. Durmaz di peyama xwe de ev hevok rêz kirin: "Geê me yê birûmet di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de partiya me BDP serkeftineke mezin bidest xist. Lê AKP'ya ku ev serkeftin hezim nekir li her qadekê dest bi operasyonan kir û girseyên bi awayeke şoreşgerî liber xwe didin di bin navê 'operasyonên KCK'ê de hewl dan ku bê vîn bihêlin. AKP û hêzên berdewama wê destên xwe yên qirêj dirêjî Wan û navçeyênw ê kirin. Ez û hevalên min bi hincetên ji rêzê girtin. Em ê bi şîar û hedefa feraseta şaredariya azad û pirzimanî dê bixebitin. Tekane daxwaza min a ji hevalên min ew e ku bêy ku biwestin bixebitin û laîqî gelê me bibin."
Piştî axaftinan komê şaredariya Qelqeliyê ziyaret kirin.