Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê esnafan ji bo kesên hatine binçavkirin şermezar bike dikanên xwe girtin û li ber avahiya şaredariyê kom bûn.
Li Wan û navçeyên Wanê piştî polîsan bi ser malên şaredar û rêveberên BDP'ê de girtin û şaredar û rêveberên BDP'ê binçavkirin; esnafên navçeya Qelqelyê dikanên xwe girtin. Esnafên ku dikanên xwe girtin, li ber şaredariyê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Esnafên Qelqeliyê binçavkirina Şaredar Murat Durmaz şermezar kirin û dirûşmeyên "Dest nede vîna min" û "Zext me bêzar nakin" qêriyan.