Li Qamûşanê pevçûn: 2 leşker birîndar in

Li Qamûşanê pevçûn: 2 leşker birîndar in

Leşkerên artêşa Tirk ên li derdora navçeya Qamûşan a Qersê digeriyan li rastî êrîşa gerîlayên HPG’ê hatin. Di encama pevçûna qewimî de herî kêm 2 leşkerên Tirk birîndar bûn. Hate zanîn ku pevçûn didome.

Li gorî agahiyan li navçeya Qamûşan a Qersê, leşkerên derketibûn dewriyeyê li rastî çalakiya gerîlayan hatin. Di encamê de herî kêm 2 leşker birîndar bûn.

Piştî destpêkirina pevçûnê rêya bejahî ya Erzirom û Qamûşanê hat girtin. Li gorî agahiyan pevçûn didome.