Li Qamişloyê yekem akademiya siyasî vebû

Li Qamişloyê yekem akademiya siyasî vebû

Li bajarê Qamişlo Akademiya Siyasetê ya “Şehîd Luqman” hatiye vekirin. Dewreya yekemîn ya akademiyên ku bi tevlîbûna endamên Meclîsa Gel dest pê kir temam bû

Li Rojavayê Kurdistanê bi armanca afirandina civaka siyasî û têgihiştî, Tevgera Civaka Demokratîk akademiyên siyasetê vedike. Yekemîn xebat li bajarê Qamişlo bi navê “Akademiya Şehîd Luqman” dest pê kir.

Dewreya yekemîn ya akademiyê ku bi tevlîbûna endam û rêveberên Meclîsa Gel destpêkir, temam bû. Di dewrê de, li ser mijarên mîna rêveberiya xweser ya demokratîk, rola jinê di avakirina civaka demokratîk de û pêvajoya bihara gelan hat rawestîn.

Beşdarên dewrê anîn ziman ku bi xebatên weha, hê zêdetir ji rewşê serwext dibin û bi awayekî çalakî dikarin pêşengiya pêvajoyê bikin.

Endamê Desteya Rêveber a Tev-Demê û Desteya Bilind a Kurdan Aldar Xelîl jî anî ziman ku armanca wan ji vekirina akademiyên siyasetê afirandina têgihiştina siyaseta rast e.