Di demjimêrên vê danê êvarê de teqînek mezin di borûya gaza xwezayî ya li navçeya Qamîşan a Qersê de pêk hat. Di encama teqînê de agir bi borûyê ket. Şahidên bûyerê dan diyarkirin ku pêta agir 20 metre bilind bû.
Li navçeya Qamişanê ya Qersê di boriya xeta gaza xwezayî de teqînek mezin pêk hat. Di teqînê de pêtên agirê gaza xwezayî hemû ezman û derdor ronî kir û pêl bi ezmanan ve bilind dibin.
Di demjimêrên 20.30'an de li nêzî Qamişanê teqîn pêk hat û pêtên agir bilind bûn. Bi teqînê re hemû gelê navçeyê derket kolanan. Welatiyên malên wan li taxên nêzi agir ji malê xwe derdikevin û ji agir dûr direvin.
Di derbarê mijarê de Qeymeqamê Qamişanê Erdogan Turan Ermîş daxuyaniyek da û got; “Di boriya Baku-Tîflîs-Erziromê de ji ber sedemekî ku hêjan nehatiye zanîn teqîn rû daye. Di derbarê mijarê de me li Qeymeqamtiyê masa krîzê ava kir. Em pêşveçûna dişopînin. Me bi Miduriyeta Karê Daristana re jî têkilî danî, me tedbîrên pêwîst girt. Em mijarê lêkolîn dikin.”