Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama di encama pevçûna di 28’ê gulanê de li navçeya Qamuşan a Qersê qewimî de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de der barê çalakiya gerîlayan de ev agahî hatin dayîn; “Di 28'ê Gulanê de di saet 14.00'an de leşkerên kolorduya nehemîn ên derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin gelek leşker jî birîndar bûne.”