Li Qamişlo xwendevan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi hezaran xwendevanên Qamişlo ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Xwendevanan bi pankarta ʺBi ruhê tolhildana ciwantiyê, parçebikin pergala Îmraliyêʺ dest bi meşê kirin.
Bi hezaran xwendevanên Qamişlo ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Xwendevanan bi pankarta ʺBi ruhê tolhildana ciwantiyê, parçebikin pergala Îmraliyêʺ dest bi meşê kirin.
Di pêşengiya Însiyatîfa Xwendevanên Demokrat de ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Di meşê de bi hezaran xwendevanên dibistanên Qamişlo, xwendevanên Zanîngeha Rojava, mamosteyên TZP’ê û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr amade bûn.
Xwendevan li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst ya Taxa Enteriyê kom bûn. Meşvanan Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran, alên TEV-DEM û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) hilgirtin.
Di meşê de pankartên ʺEger tu nebe, kî? Niha nebe, kengî?ʺ û ʺBi ruhê tolhildana ciwantiyê, parçe bikin pergala Îmraliyêʺ ku bi zimanê Erebî û Kurdî hatibûn nivîsandin hatin vekirin.
Xwendevanan ji çerxeriyê dest bi meşê kirin, bênavber dirûşmeyên ʺBê Serok Jiyan Nabeʺ, ʺFaşîst Erdoganʺ, ʺBerxwedan, Tolhildanʺ berz kirin û heta Çerxerêya Mehetê ya li nêzî xeta sînor a di navbera Qamişlo û Nisêbînê meşiyan.
Di meşê de axaftin hatin kirin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

