Li qadên gerîlayan bîranîna 14’ê Tîrmehê

Li qadên gerîlayan bîranîna 14’ê Tîrmehê

Bi boneya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, merasimên bîranînê ji aliyê gerîlayan ve hatin lidarxistin.

Bi boneya bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a Zîndana Amedê de jiyana xwe ji dest dan, li herêmên gerîlayan merasimên bîranînê hatin lidarxistin. Gerîlayan pêşî merasima leşkerî pêkanîn.

Piştre jî gerîlayên bi navê Ebas Dêrsim û Roheyv Efrîn ji ANF’ê re axivîn û der barê 14’ê Tîrmehê de ev tişt gotin:

Ebas Dêrsim:Berdewama çanda berxwedanê ya ku dayîka xwedawend afirandiye. Ev çand çanda berxwedanê ye. Hin caran di kesayeta Zerdeşt de, hin caran di ya Manî de, hin caran jî di di kesayeta Zîlan, Ronahî, Kemal û Mazluman de careke din xwe dubar kiriye.

Di sala 1982’yê de li hemberî vîna azad û hebûna gelê Kurd êrîşên îmhayê hebûn û li hemberî vê ev pêngava berxwedanîn pêş ket. Vê rastiyê careke din bi awayeke herî xurt anî ziman.

14’ê Tîrmehê nirxek mezin afirand. Em dibînin ku taybetmendiya berxwedêr a Apocîtiyê xwe nîşan dide. Heta îro bingehê hemû nirxan bi berxwedanê hatr dayîn. Mînak, gotina hevalê Kemal a “Berxwedan Jiyan e” heye. Ev yek jî vê rastiyê di şexsê hevalan de nîşan dide û careke din rastiya rêbertiyê nîşan dide.

Rohîv Efrîn: 14’ê Tîrmehê di PKK’ê dîroek nivîsand. Di wê demê de zilm û îşkenceya li hemberî gelê Kurd û di zîndanan de tu carî nehat qebûlkirin. Ev yek jî bû sedema berxwedaneke mezin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê li hemberî vê pêş ket. Şert û mercên zîndanê yên wê demê tên zanîn. Tu derfet di destê wan hevalan de tune bûn û têkiliya wan bi rêxistinê re hatibû qutkirin. Lê dîsa jî serdestiya di xeta têkoşîna azadiya gelê Kurd de hebûn. Kûrbûn û dilsoziyek mezin bi gel re hebû. Xwestin bi îşkence û xiyanetê hevalan teslîm bigirin. Lê li hemberî van hewldanan berxwedana 14’ê Tîrmehê pêş ket. 14’ê Tîrmehê ji bo berxwedana gelê Kurd bû pêşeng. Em dibînin ku heta îro ev berxwendan bi dilekê berdewam dike.