Li qadên gerîla tevgera keşfê
Di 27-28'ê Mijdarê de artêşa Tirk li herêmên Garê û Zapê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên ji qereqolên li ser sînor tên kirin û tevgera hewayî ya li qadên gerîla, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "27'ê Mijdarê saet di navbera 11:00-13:00, qereqola Oremarê ya li ser sînorê herêma Avaşînê ye, obus û hawan avêt Girê Şehîd Gafûr.
27'ê Mijdarê saet di navbera 11:30-12:30 de qereqolên Tepê Yekmal û Tepê Sînek ên li ser sînorê herêma Heftanînê ne, bi hawan, obus û tankan herêma Bektorya bombe kirin.
27'ê Mijdarê saet di navbera 10:00-11:00 û 19:00-23:00 de qereqola Bilicanê ya li herêma Zapê; Girê Şehîd Newal, Girê Şehîd Colemêrg, qada gundê Erbîş û derdora wê, saet di navbera 09:00-12:00 û 15:00-16:00 de qereqola Êrîşê; qadên Xeregol û Şikefta Birîndaran bi obus, hawan, katyûşa û çekên giran bombe kirin.
Di 27-28'ê Mijdarê de artêşa Tirk saet di navbera 17:00-05:00 de li herêmên Garê û Zapê, saet di navbera 00:00-05:00 de li herêma Avaşînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif kir."