2 gundiyên ku dihat îdîakirin li navçeya Pulurê ya Dêrsimê ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin, serbest hatin berdan.
Di 7’ê hezîranê de li gundê Yeşîlyazi ya navçeya Pulura Dêrsimê Feramûz Şen ê 37 salî û Alî Riza Duşkun ê 35 salî ji aliyê gerîlayan ve hatibûn binçavkirin, îro serbest hatin berdan. Hat ragihandin ku ji bo îfadeya wan bigirin, birine qereqolê.