Di bin navê operasyona KCK’ê bi hezaran kes hatin girtin. Di meha çile de li 17 bajaran bi awayekî hemwext operasyon pêk hat û ji bo protestorkirina operasyonê li Amedê çalakiyak pêk hat. Tevî Parlamentera Amedê Nursel Aydogan û Serokê ESP’ê ya Amedê Ramazan Karakaya der barê gelek kesan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve lêpirsîn hate vekirin.
Walitiya Amedê di 14’ê tîrmehê çalakiya ku dihat xwestin li Parqa Koşuyolu pêk were qedexe kiribû û pitşî vê jî alozî derketibû. Çalakî ji ber qedexekirinê li derveyê parqê pêk hatibû.
Di çarçoveya lêpirsîna hatiye vekirin de hate hînbûn ku serokên ESP Ramazan Karakaya û cigirê Hevseroka BDP’ê ya Amedê Ahmet Gezer jî di nav de gelek navê gelek kesan di dosyeyê derbas dibe.