Piştî li dijî Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Pinarbaşi êrîş pêk hat, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hêjmara kesên hatin binçavkirin derket 3'an.
Li navçeya Pirsûsê polîsan bi ser gelek malan de girt û 3 kes binçavkirin. Polîsan bi hinceta têkiliya wan bi êrîşa li dijî Midûriyeta Polîsan ya Pinarbaşi heye welatiyên bi navê Muhittin û Mahmut Denktaş û Ali Çevik binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Pirsûsê.