Li Pirsûsê 2 kes hatin binçavkirin

Li Pirsûsê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 2 kes bi îdîaya têkiliya wan bi êrîşa li dijî qereqola polîsan ya Pinarbaşiya ya Qeyseriye heye hatin binçavkirin.

Li navçeya Pirsûsê 2 kesên bi navê Bakir Oztunç û Erdal Eraslan bi îdîaya têkiliya wan bi êrîşa li dijî qereqola polîsan ya Pinarbaşiya ya Qeyseriye heye hatin binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Rihayê û pişt re şandin Midûriyeta Polîsan ya Qeyseriyê. Berê jî têkildarî êrîşê 5 kes hatibûn girtin.