Rêxistina BDP'ê ya Pîranê piştî operasyona li dijî gelek malan pêk hat û di nav de Serokê BDP'a Pîranê Cemal. A. Sert jî hebû 20 kes hatin binçavkirin çalakî pêk anî.
Rêxistina BDP'ê ya Pîranê li dijî binçavkirina 20 kesên di nav de Serokê BDP'a Pîranê Cemal A. Sert jî heye çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Serê sibê polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê de girtibû û Serokê BDP'a Pîranê Cemal A. Sert jî di nav de 20 kes binçavkiri bûn. Gelek welatiyên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, çalakî pêk anîn. Di nava komê de Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Rêveberên BDP'ê amade bûn.
Komê ji BDP'ê heta avahiya Şaredariyê meş pêk anî. Komê bê navber dirûşmeya "Bê serok jîyan na be", "Em dê bi berxwedanê qezenç bikin" û Zext me bêzar nakin" berz kirin. Li ser navê komê Hevseroka BDP'a Amedê Zumrut, anîn ziman ku serê sibê bi faşîzma AKP'ê hişyar bûn û 20 hevalên wan binçavkirin. Zumrut, polîtîkayên AKP'ê yên girtin, binçavkirin û îmhayê şermezar kir û da zanîn ku li hemberî vê yekê bêdeng namînin.
Komê piştî daxuyaniyê avahiya Şaredaryê ziyaret kir.